Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg digel Serokwezîrê Fînlandiyayê hevdîtin pêkîna û digel Serokê Tirkiyeyê jî axivî, dema ku ew hewl dide ser bikeve li dijî rikeberîya Tirkiyê ya li hemberî Fînlandiya û Swêdê ku tevlî hevalbendîyê bibin.
Stoltenberg, ku vê heftîyê serdana Washingtonê kiribû, li ser Twitterê got ku wî li Washingtonê digel Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin hevdîtin pêk înaye û ser "pêdiviya çareserkirina nîgeranîyên Tirkiyê û pêşveçûna serlêdanên endamtiya Fînlandiya û Swêdê gotûbêj kirine.
Şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê berê her du welatên Îskandînavî da NATOyê
lê Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Swêd û Fînlandiyayê bi piştevanîya şervanên Kurd yên ku ji aliyê Tirkiyê ve wek terorîst têne naskirin tawanbar dike.
Ofîsa Erdoganî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Serokî tekez kiriye ku divêt Swêd û Fînlandiya “bi eşkere bidin zanîn ku ew dest ji piştevanîya terorê berdidin” qedexeyên hinardekirina berevaniyê yên li ser Tirkiyê radikin û “amade ne ku hevgirtina hevpeymaniyê nîşan bidin.”
Dewletên Îskandînavî, û hinek welatên din jî, sînordarkirina firotina çekan ser Tirkîyê sependibûn piştî êrîşa Tirkiyê ya sala 2019an bo ser bakurê Sûriyê.
Heftîya dihêt li Brukselê, ku navenda NATO lê ye, rayedarên payebilind yên Swêd, Fînlandiya û Tirkiyê dê bicivin bo gotûbêjên ser dijberiya Tirkiyê li hember serlêdanan. Û hewldanên dîplomatîk yên serokê NATOyê jî berê wê kombûna çêbûn.
Sekreterê Giştî Yê Natoyê Digel Erdoganî Li Ser Tevlêbûna Fînlandiya Û Swêdê Axivî