Serokê Rêvebirîya Leşkerî ya Kîevê Serhiy Popko ragihand ku Rûsya bi şev êrîşên esmanî birine ser bajêr.
Popko dîyar kir ku ser êrîşên Rûsya sîstemên berevanîya esmên xebitîne.
Li gor ragihandina Popko, Rûsya bi dronên Şahid yên Îranî, êrîş birine ser Kîevê, lê ew dron berî bigihijin armacên xwe hatine xistin.
Wî da zanîn ku Rûsya di vê mehê de du caran êrîşên esmanî birine ser Kîevê.
Ser hejmara kuştî û birîndaran û zarara li avahîyan ti agahî nehat dayîn.
Hêzên Esmanî yên Ukrayna ragihand li Kîevê bi qasî saetekê û li bajarên din yên li rojhilata welêt jî pirtir ji saetekê alarmên êrîşên esmanî lêketine.
Jêder: AFP