Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmygal îro Înê dîyar kir ku Rûsya jinûve dest bi êrîşên esmanî yên dijî binesazîya enerjîyê kiriye.
Shmygal got ku Ukrayna li hember êrîşên dijî binesazîyan li gor sala borî zêdetir bi tedbîr e.
‘’Em dibînin ku di demsala germkirinê de terora enerjîyî ji zû ve destpê kiriye’’
Wî got ku wan îsal berevanîya xwe çêtir kiriye û ew ji berê xurttir in.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û Serokê Amerîka Joe Biden ser êrîşên zivistanê axifîn.
Biden dîyar kir ku Rûsya zivistanê li hember gelê Ukrayna wek çek bi kar tîne.
Zelenskyy got ku ku wî bi Biden re li hev kiriye ku ew zivistanê berevanîya esmên ya Ukrayna xurt bikin.
Jêder: AFP