Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya bi Dehan Muşekan Êrîş Birine Ser Binesaziya Enerjîyê


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê got ku hêzên Rûsî bi pirtir ji 70 muşekan êrîş birine ser welêt.

Zelenskyy da zanîn ku ji muşekan 50 hatine xistin, lê çend ji wan li binesazîya enerjîyê ketine û li hin herêmên welêt elektrîk qut bûye.

‘’Îro Putin jibo êrîşan bi qestî Noel bijart. Ka çi tişt heye ji vê xirabtir û dijî mirovahîyê?’’

Karbidestên Kharkiv ya li rojhilata bakurê welêt dibêjin berê li bajêr êrîşeke mezin ya muşekî li dar ketiye û dûre jî bi dronekê êrîş çêbûne.

Walîyê Herêma Kharkivê Oleh Syniehubov dîyar kir ku bi êrîşan binesazîya sîvîl zarar dîtiye û bi kêmî ve 6 kes birîndar bûne.

DTEK, ku li Ukrayna kompanîya taybet ya herî mezin ya enerjîyê ye, ragihand ku bi êrîşên muşekî yên Rûsya zarareke mezin çêbûye û li Dnipropetrovsk, Odesa û Kîevê xetên elektrîkê qut bûne.

Wê kompanîyê dîyar kir ku Rûsya di rojên pîroz de êrîşan li dar dixe û dixwaze zararê bide bi mîlyonan Ukraynîyan.

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Çarşemê da zanîn ku berevanîya esmên 58 dronên Ukrayna xistine.

Li gor ragihandina wezaretê ev hejmara li gor rojên din yên bi êrîşên dronan hejmareke bilind e.

Wê wezaretê dîyar kir ku 26 dron li Belgorodê, 23 li Voronejê û yên din jî li Kursk, Bryansk, Tambov û Deryaya Azov hatine xistin.

Walîyê Voronejê Aleksandr Gusev ji Telegramê dîyar kir ku êrîşên Ukrayna zarar dane çend malan û xeteke elektrîkê.

Jêder: Reuters, AFP, VOA

XS
SM
MD
LG