Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşan Dibê Ser Binesazîya Krîtîk


(Arşîv)
(Arşîv)

Ukrayna îro Înê ragihand ku Rûsya bi şev bi 19 dronan êrîş birine ser binesazîya krîtîk ya welêt.

Artêşa Ukrayna da zanîn ku berevanîya esmên ji wan dronan 9 xistine.

Bajarvanê Kîevê Vitali Klitschko dîyar kir ku li paytextê avahîyekê zarar dîtiye, lê ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Klitschko got ku şewata ku çêbûye di demeke kin de hatiye vemirandin.

Walî Andriy Raykovych dîyar kir ku di êrîşan de avahîyeke kar ya li Kirovohradê zarar dîtiye û karkerek jî birîndar bûye.

Li gor ragihandina karbidestên Ukraynî di êrîşên vê hefteyê de li herêma Khersonê binesazîya krîtîk, avahîyên xizmetê û 35 avahîyên taybet zarar dîtine.

Karbidestên Ukraynî dibêjin li Khersonê 1 kes hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG