Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya bi Muşekan Êrîşan Dibe Ser Deverên Sîvîl


Êrîşa Rûsya li Mykolaiv, Ukrayna. 19'ê Tîrmehê, 2024.
Êrîşa Rûsya li Mykolaiv, Ukrayna. 19'ê Tîrmehê, 2024.

Karbidestên Ukraynî îro Înê radigihînin ku Rûsya bi muşekekê êrîş biriye ser herêmeke rûniştinê ya li Mykolaiv ya li başûrê welêt.

Bajarvanê Mykolaiv Oleksandr Sienkevych dîyar kir ku di êrîşê de zarokek û 2 kesên gihiştî hatine kuştin û hin kesên din jî birîndar bûne.

Mykolaiv û herêma li dora wê dibin armanca êrîşên Rûsî.

Walîyê herêma Mykolaiv Vitaliy Kim jî ser Telegramê ragihand ku muşekeke din jî li herêmeke din ketiye.

Wî ser encamên wê êrîşên demûdest ti agahî neda û spasîya wan sîvîlan kir ku berî karbidestên saxlemîyê werin alîkarîya tibî dane birîndaran.

Moskow dibêje ew di êrîşan de rastexwe êrîşan nabe ser sîvîlan û binesazîya sîvîl.

Rûsya Sibata 2022’an dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê demê vir ve bi hezaran kes di êrîşên hêzên Rûsî de hatin kuştin û birîndar bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG