Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Berpirsên Gendel 40 Milyon Dolar Ên Şerê Dijî Rûsyayê Dizîn


Endamekî xizmeta ewlekarîya Ukraynayê SBU
Endamekî xizmeta ewlekarîya Ukraynayê SBU

Karmendên kompaniyeke çekan a Ukraynayê bi karbidestên wezareta berevaniyê re li hev kirin ku dora 40 mîlyon dolar ji bo kirîna 100,000 topên hawanê ji bo şerê bi Rûsyayê re hatine veqetandin, xizmeta ewlekarî ya Ukraynayê (SBU) ragihand.

SBU derengiya Şemiyê got ku pênc kes hatine tawanbarkirin, yek ji wan dema ku hewl dida sînorê Ukraynayê derbas bike hate girtin. Ger sûcdar bên dîtin, dê heta 12 sal cezayê zindanê wergirin.

Lêpirsîn di demekê de tê ku Kyiv hewl dide gendeliyê rawestîne bi mebesta lezkirina endametiya xwe di Yekîtiya Ewropî û NATO de. Karbidestên herdu blokan daxwaza çaksaziyên berbelav ên dijî gendelîyê kirin berî ku Kyiv tevlî wan bibe.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di sala 2019an de li ser platformek dijî gendeliyê hate hilbijartin, gelekî berî dagirkirina Rûsyayê ya berfireh ji Ukraynayê re di Şibata 2022an de.

Him serok û hem jî alîkarên wî, ji kar avêtinên vê dawiyê yên karbidestên payebilind, nemaze ya Ivan Bakanov, serokê Dezgeha Ewlekariya Dewletê, di Tîrmeha 2022an de, wekî belgeya hewildanên wan ên têkbirina gendeliyê nîşan dan.

Çavkanî: AP

XS
SM
MD
LG