Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro Şemîyê gihîşt Stenbolê da ku danûstandinan bi Serokê Tirkîyê Receb Tayyip Erdogan re bike.
Zelenskiy di peyameke vîdyoyî do Înê de got ku seredana wî ya Tirkîyê dê li ser civînên meha bê yên danustandinên peydakirina çareserîyan be, piştî zêdetirî çar salên şerê ligel Rûsyayê.
Zelenskiy hêvî dike ku civînek sêalî di navbera danûstandkarên aştîyê yên Ukrayna, Rûsya û Amerîkayê de di 6 heta 10'ê Mijdarê de li Ebû Dabî pêk were.
Serokê Ukraynayê herwiha got ku Kîev dixwaze ku Ewrupa di danûstandinên li ser çawanîya bidawîanîna şer de beşdar bibe.
Tirkiyê bi berdewamî pêşniyar kiriye ku alîkarîya danûstandinên bi armanca bi dawîanîna şer bike.