Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokek Ukraynî Êrîşî Tankerek Rûsî li Kirimê kir


Roja Şemiyê firokek Ukraynî bêfirokevan ya deryayî tijî teqemenî li tankereke sotemeniyê ya Rûsî de ku li nêzî pira Rûsya bi Kirima ve girêdide. Ev êrîşa duyemîn bû di nav 24 demjiman de.

Li gorî rayedarên Rûsî li Kirimê, ku Moskow di sala 2014an de ji Ukrayna standibû, di vê êrîşê de tu ziyan negihiştiye kesekî, lê pira Kirimê û veguhestina alavan ji bo çend demjimêran hatin rawestandin.

Çavkaniyekî îstixbarata Ukraynî ji Reutersê re got ku firoka bê firokavan ya hilgirtî bi 450 kg ji teqemeniyê li keştiya SIG xist di dema ku wê sotemenî vediguhast ji bo artêşa Rûsî di ava herêmî ya Ukraynî de.

Kyiv dibêje wêrankirina binesaziya leşkerî ya Rûsî li hundurê Rûsiya an li ser cihên ku xistine jêrî destên xwe armancek serekî ye ji êrîşên wan yên dijberî dagirkeriya Rûsiya ji Ukrayna re.

Ajansa nûçeyan a rûsî li ser zarê Navenda Novorossiysk ya karûbarên Rizgarkirina Deryayî ya Rûsî got ku ti sotemenî ji keşteya SIG nerijiya ye ji ber vê êrîşê.

Jêder: Reut

XS
SM
MD
LG