Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin: Ger Pêdivî Be Amerîka Dikare Bersîva Rûsyayê Bide


FILE: Secretary of Defense Lloyd Austin speaks during a media briefing at the Pentagon, Nov. 17, 2021, in Washington.
FILE: Secretary of Defense Lloyd Austin speaks during a media briefing at the Pentagon, Nov. 17, 2021, in Washington.

Karbidestekî bilind yê beravanîya Amerîkî dibêje wê Washington bi tenê nemîne ger pewîst bibîne ku bersiva zêdebûna kiryarên leşkerî yên Rûsya li sînorê wê li gel Ukraynayê bide.

Wezîrê Beravanîya Amerîkî Lloyd Austin li Seoul bi karbidestên Koreya Başûr re hat ba hev û got ew ê rastexwe bibêje ku wê Amerîka bersiva provokasyonên Rûsya li dijî Ukraynayê bide û divê Rûsya bizane ku Amerîka wê ne bi tenê be.

Austin di preskonferansê de li Koreya Başûr got ku “Ew çi jî bikin wê bibe perçeyek ji çarcoveya hêzên navnetewî” û bang li Serokê Rûsya Vladimir Putin kir ku rewşa girjîya heyî ya li vê herêmê nizmtir bike.

Wezîrê Beravaniyê got “Ew êrîşekê çaverê nakin” lê her wiha da zanîn ku hebûna leşkerî ya Rûsyayê li herêmê beşek ji pirsgirêkê ye.

Austin di berdewamîya axaftina xwe de got ku “Em dibihîzin ku Serok Zelenskiy metirsiya xwe anîye ziman bo hewldanen binpêkirina revêberiya wî.”

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken jî roja Carşemê li Latvia bi endamên NATOyê re civîya û hişyarî da ku Amerîka amadekarîya xwe bo toleyên aborî yên li dijî Rûsyayê bike, ger pêwîst bike.

XS
SM
MD
LG