Breaking News

Ukrayna Pireke Stratejîk li Qirimê Dike Armanc

Ukraynayê bi mûşekên Neptun di nava vê hefteyê de cara sêyan êrîş birin ser pira ku Rûsyayê bi nîvgirava Qirimê ya dagirkirî ve girê dide.

Bi van êrîşan ziyan li xeta rêya hesinî ket û geştên trênê hatin rawestandin. Beşê rêya bejahî ya pirê jî ji êrîşa Sêşemê vir ve girtî maye.

Ev êrîş çend demjimêran berî hilcivîna sêalî ya Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayên wî yê Rûsî Vladimir Putin û yê Çînê Xi Jinping pêk hatin.

Putin li hilcivînê ji rojnamevanan re got ewê bersiva êrîşan bidin û dîyar kir ku ewê pirê êdî jibo veguhestina kelûpelên leşkerî û cebilxaneyê nexebitînin.

Di heman rojê de, nûnerên serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner bo dawî li şerê li Ukrayna bînin û zemîneke hevbeş çêkin, li Berlînê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenksyy û rêberên Ewrupî re civîyan.

XS
SM
MD
LG