Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Wê Rizgarkirina Gund û Herêmên Nû Didomînin


Cîgira Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Hanna Mailer go ku serketinên wan yên dijî hêzên Rûsî didomînin.

Maliar ji Telegramê ragihand ku ew bi taybetî li hêla Berdiansk û Melitopolê hin herêman ji destê hêzên Rûsî rizgar dikin.

‘’Di du hefteyên dawî de, me bi operasyonan 8 cîh ji destê hêzên Rûsî derxistin ku di nav wan de gundê bi Piatykhatky jî heye.’’

Karbidestên, ku Rûsya erkdar kirine jî, piştrast dikin ku Ukrayna di demên dawî de hin herêman ji hêzên Rûsî distîne.

Ji wan berpirsan yekî piştrast kir ku Piatykhatky yê li Zaporizhzhia ketiye destê hêzên Ukraynî.

Pisporên sîyaseî dibêjin ku ew operasyonên Ukrayna yên dawî dikarin zorê bidin Rûsya ku ew jibo danûstandinên aştîyê bi Kîevê re bicive.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG