Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Di Salvegera Dagîrkiriya Rûsyayê De Piştgirîyê Didin Ukraynayê


Rêberên rojavayî hevgirtina xwe bi Ukraynayê re di salvegera duyemîn a dagîrkirina berfireh a Rûsyayê de, anîn ziman.

Li vir çend şîroveyên herî dawî hene:

Serokê Amerîkayê Joe Biden:

"Gelê leheng ê Ukraynayê, di îradeya xwe ya parastina azadî û siberoja xwe de serî natewîne. NATO ji her demê bihêztir, mezintir û yekgirtîtir e.

"Hevpeymaniya cîhanî ya bêmînak a ji 50 welatan, ji bo piştgiriya Ukraynayê, bi serokatiya Amerîkayê, pabend e ku alîkariyên krîtîk ji Ukraynayê re peyda bike û Rûsya ji ber êrîşa wê berpirsiyar bibîne.

Seroka Moldova Maia Sandu:

"Ez spasiya Ukrayniyan dikim ji bo têkoşîna bêwestan a ji bo azadiyê û ji bo parastina aştiya li Moldovayê jî. Di van du salan de cîhana azad hevgirtineke bêhempa nîşan da, lê dîsa jî şer berdewam dike; Divê piştgiriya me bi tundî bidome."

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni:

"Ev der sembola têkçûna Moskoyê ye, ev der sembola serbilindiya Ukraynayê ye... Ev ax perçeyek ji mala me ye û em ê çi ji destê me tê bikin ji bo parastina wê."

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk:

"Du sal lehengiya Ukraynayê. Du sal barbariya Rûsyayê. Du sal şermezarkirina kesên ku bêxem dimînin."

Seroka Komîsyonê YE Ursula Von Der Leyen:

"Ji her demê bêhtir, em bi xurtî bi Ukraynayê re ne, di warê aborî, leşkerî, û exlaqî de, heta ku welat di dawiyê de azad bibe."

Serokwezîrê Brîtaniya Richi Sunak:

"Divê em biryardariya xwe nû bikin…di vê salvegera tarî de. Ev demek e ku em nîşan bidin ku zulm dê ti carî bi ser nekeve û careke din bibêjin ku em ê îro û sibê li gel Ukraynayê bisekinin."

Serokê Polendî Andrzej Duda:

"Me di têkoşîna azadiyê ya Ukraynayê de piştgirî da, û em ê piştgirîyê bidin Ukraynayê! Îro jî ev piştgirî pir pêwîst e. Li gel encamên xerab ên şer jî, cîhana azad nikare destûrê bide ku Putin û Rûsyayê bi ser bikevin."

Serokwezîrê Romanî Marcel Ciolacu:

"Em îro 2 salên şerê [Rûsyayê] li dijî Ukrayna bi bîr tînin. Em bi yekdeng û hevgirtineke tam ligel [Ukraynayê] radiwestin, heta ku ew bigihe serketinê û aştiyeke dadmend."

Serokê Almanya Olaf Scholz:

"Ukrayna li ber xwe dide ji ber ku ew bi hêz û wêrek e, û ji ber ku hevalên wê li Ewropa û li seranserê cîhanê hene. Em serbilind in ku di nav hevalên wê de ne - îro û di siberoja wê ya hevpar a Ewropî de."

Seroka Slovakî Zuzana Caputova:

"Ukrayna hîn jî li ber xwe dide, gelê xwe, nirxên me yên hevpar û sîstema li ser bingehan diparêze. Û em li kêleka Ukraynayê ne."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG