Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Êrîşa Rûsya li Nêzîkî Yahidne bi Ser Neket


Artêşa Ukraynayê roja Yekşemê got ku Rûsyayê êrîşên neserkeftî li nêzîkî Yahidne di roja borî de pêk anîn, piştî ku koma çeteyên Wagner a Rûsî îdîa kir ku wê ew gund li rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye li nêzîkî navenda şerên dijwar.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê di nûçeyeke xwe ya danê sibê de ragihand ku Rûsya xebatên xwe yên êrîşê li seranserê xeta eniya Baxmût, li cihê ku Yahidne lê ye, didomîne.

Pevçûnên bi mehan ji bo Baxmut, ku ji 70,000 niştecihên wê tenê 5,000 kes lê mane, ew di nav şerên herî xwîndar ên dagirkeriya Rûsyayê ya salek berê bûn.

Serkirdeyê kirêgirtî yê Rûsî Yevgeny Prigozhin roja Şemiyê got hêzên wî Yahidne girtiye. Roja Înê, wî kontrola Berkhivka, gundekî cîranê li derûdora Baxmut girtibû.

Lê bultena Ukraynayê got ku êrîş berdewam in û bal kişand ser "êrîşên neserkeftî" li nêzîkî şeş cihwaran, di nav de Yahidne û Berkhivka, li herêma Donetsk, ku Mosko îdia dike ew bi xwe ve girêdaye.

Ajansa Reuters ku ev nûçe ragihand nekarî raporên qada şer ên her du aliyan serast bike.

Bultena Yekşemê ya Ukraynayê got ku hêzên Rûsî di roja borî de deverên 22 wargehan li ser wê beşê eniya li Donetsk topbaran kirin, di heman demê de Ukrayna 71 li Donetsk û deverên din li ser xeta eniyê paşve xistin.

Rûsya ji bo dorpêçkirina Baxmut pêşketinek bi dest xist lê nekarî wê di wextê xwe de bigire da ku serketinek pêşkêşî Serok Vladimir Putin bike ku roja Înê di salvegera dagirkirina Ukraynayê de ragihand.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG