Di nav bergirîyan da dravên ji bo alavên leşkerî, perwerdehî û çekan ji bo Ukraynayê hene, herwiha nûkirina kelûpel û alavên Amerîkî yên ku bo Ukraynayê hatine şandin û alîkariya darayî bo welatên din yên ku alîkariya Ukraynayê dikin jî hene.
Di heman demê da mîlyar dolarên alîkariyên mirovahî jî di nav da hene wekî alîkariya darayî ji bo çareserkirina kêmbûna xurekê cîhanê ya ku ji ber şer derketiye.
Ciwata Nûneran heftîya borî bi piraniya dengan pakît erê kiribû.
Heke Senato bergirîyan bipejirîne, ew dê ji bo îmzekirina biçe ber destê Serok Joe Bidenî.