Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Rûsya ji Navendek Atomê Herêmên Nikopol û Dnipro Mûşekbaran Dike


Herêma DNIPRO

Ukraynayê Rûsyayê bi depokirina çekan û bombebarana ji navendeke herî mezin ya Atomî ya Ewropayê, bo ser herêmên Nikopol û Dnipro tawanbar dike.

Saziya Enerjiya Atomê ya Ukraynayê, Rûsya sûcdar kir û dibêje wê mezintirîn navenda nuklerî ya Ewropayê ji bo depokirina çekan bikar tîne û ji wê derê topbaran herêmên derdora Nikopol û Dnipro kirîye yên îro Şemiyê li dij herêmên Nikopol û Dnipro pêkhatine.

Petro Kotin, serokê ajansa navokî ya Ukraynayê 'Energoatom', rewşa kargeha navokî ya Zaporizhzhia bi rast hatina "gelek tengasî"yan bi nav kir û got ku heta 500 leşkerên Rûs wê navenda nuklerî kontrol dikin.

Navenda atomê ya li başûrê rojhilatê Ukraynayê, ji hefteyên destpêkê ya êrîşa Moskowayê bo ser Ukrayna û vir ve di bin kontrola Rûsyayê de ye, tevî vê yekê jî hêjî ew navend ji aliyê xebatkarên Ukraynayê ve tê xebitandin.

Di hevpeyvîneke televîzyona Ukraynayê de ku roja Înê hate weşandin Kotin got, "Dagîrker makîneyên xwe tevî sîstemên mûşkan tînin wê derê, û ji aliyê din yê çemê Dnipro axa Nikopolê topbaran dikin."

Parêzgarê herêma Dnipro Valentin Reznichenko got, mûşekên Rûsî roja Şemîyê li bajarê Nikopol li avahîyên niştecîbûnê xistine û di encamê de du kes hatin kuştin.

Li herêma bakurê rojhilatê li derdora Kharkiv ku duyemîn bajarê herî mezin yê Ukrayna , Parêzgarê bajêr Oleg Synegubov da xuyakirin ku di mûşekebarana leşkerên Rûs ya ku li nîva şeva borî de pêkhatê li bajarokê Chuguiv 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Vînnytsîa yê navenda Ukraynayê, rayedaran diyar kirin ku ji ber êrîşên Rûsan hejmara miriyan derket 24an, piştî ku jinekê roja Şemiyê ji ber birînên xwe yên giran li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest dayî. Ukraynayê diyar kir ku di nava kuştiyan de 3 zarok jî hene. Herwiha parêzgar behsa birîndaran jî kir û go t"Çar jê zarok 68 kes li nexweşxanê tên derman kirin. 4 kes jî, hîn jî winda ne".

XS
SM
MD
LG