Breaking News

Di Êrîşeke Rûsyayê de, 8 Kes li Ukraynayê Hatin Kuştin

Rûsyayê îro Înê yek ji êrîşên herî mezin ên mûşek û dronan li dijî Ukraynayê pêk anî.

Di vê êrîşê de dezgehên elektrîkê hatin armanckirin û 8 kes hatin kuştin. Ev êrîş piştî wê yekê hat ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin soz dabû ku ewê bersiva êrîşên Ukraynayê yên li ser pira ber bi Qirimê ve bide.

Êrîşên li ser sê pirên li Kîevê, yên herî mezin bûn di çarçoveya şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got ku Rûsyayê zêdetirî 400 dron û bêtirî 110 mûşek avêtine û li seranserê Ukraynayê bingehên enerjî, lojîstîk û rêyên trênê kirine armanc.

Karbidestên Ukraynayî eşkere kir ku di êrîşan de herî kêm 28 kes birîndar bûne û li 11 herêman eletrîk qut bûye.

XS
SM
MD
LG