Breaking News

Putin: Tevî Daxwaza Trump, Ukrayna Êrîşên li ser Sazîyên Petrola Rûsyayê Berdewam Dike

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Sêşemê ragihand ku Ukrayna tevî daxwazên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo rawestandina van êrîşan, êrîşên xwe yên li ser navendên petrolê yên Rûsyayê berdewam dike.

Kîevê got ku ewê êrîşên li ser navendên enerjîyê yên Rûsyayê tenê wê demê rawestîne dema ku Moskow jî wisa bike.

Tevî ku piştî agirbesta enerjîyê ya Trump a di nîvê Cotmehê de êrîşên Ukraynayê kêm bûbûn, ji dawîya meha borî ve dîsa zêde bûne.

Putin di civînekê de ligel karbidestên hikûmetê û berpirsên bilind ên kompanîyên petrolê re li Kremlinê got ku ji ber êrîşên Ukraynayê yên berdewam li ser Rûsyayê, ew neçar in ku "gavên tolhildanê bavêjin."

Li gor texmînên du çavkanîyên di warê enerjîyê de, êrîşên dronan ên Ukraynayê ji dawîya meha Cotmehê ve şiyana parzûngehên petrolê yên Rûsyayê ji sedî 45 kêm kirîye.

Karbidestên Ukraynayê îro Sêşemê ragihand ku Rûsyayê bi şev 96 dron avêtine seranserê welat, ku li 13 cihan ketine û di encamê de 2 kes hatine kuştin û nêzîkî 50 kesî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG