Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Ser Êrîşên Ukrayna yên li Nav Rûsya Dewletên Rojavayî Tawanbar Dike


Ukryana bi dronan êrîşî 3 rafînerên Rûsya kirîye
Ukryana bi dronan êrîşî 3 rafînerên Rûsya kirîye

Wezareta Derve ya Rûsya roja Înê ragihand ku dewletên Rojavayî gava destûrê didin Kîevê ku ew bi roket û çekên dûravêj yên wan dane Ukrayna êrîşan bibin ser armancên di nav axa Rûsyayê de, ew bi "agirî dilîzîn."

"Em careke din Washington, London, Bruksel û paytextên din yên Rojavayî û Kîev ya di bin kontrola wan de bi zelalî hişyar dikin ku bi agirî dilîzîn. Rûsya wê destdirêjîyên wisa yên li ser axên wê bê bersîv nehêle."

Di daxuyanîyê de navên Amerîka û Brîtanya hatin gotin û ew bi destûra jibo karanîna çekan bi gurkirina girjîya Rûsya û Ukrayna hain tawanbar kirin.

Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby roja Înê ji rojnamevanan re got ku rêvebirîya Washingtonê, Kîevê ser karanîna çekan jibo êrîşên li nav Rûsya teşwîq nake û rê li ber venake.

Walîyê herêmê Vyacheslav Gladkov roja Înê ji Telegramê ragihand ku droneke Ukrayna êrîş biriye ser gundê li sînor Novaya Nomovka ya Belgorod ya Rûsya û di encamê de bi kêmî ve 1 kes hatiye kuştin û 1 kes jî birîndar bûye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya piştre ragihand ku 14 pir-roketên Ukrayna hatine sekinandin û pûç kirin.

Li Nîvgirava Qirim, ku ji alîyê Rûsya ve hatiye dagir kirin, droneke din ya Ukrayna êrîş bir ser xetên elektrîkê yên bajarê Sîvastopolê ku berê jî di êrîşeke ser bingeheke esmanî ya Rûsî de firok û depoyên sotemenîyê zarar dîtibûn.

Roja Înê, serê sibe li Tuapse ya li rojhilata bakurê Deryaya Reş bi êrîşeke dronî ya Ukrayna li rafînerîya petrolekê agir vêketibû.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rafînerî demûdest hatiye girtin.

Ajansa dewletê ya Rûsî, Tass ji zarê karbidestên herêmî ragihand ku agir piştre hatiye vemirandin.

Ji alîyê din ve karbidestên Ukraynî ji Vovchansk ya 5 kîlometre nêzî sînorê Rûsya bi qasî 8000 kes derxistin.

Rêvebirê herêmê Oleh Syniehubo roja Înê ji Telegramê ragihand ku bi êrîşên Rûsya yên li Kharkivê bi kêmî ve du kes hatine kuştin û 19 kes jî birîndar bûne ku ji wan rewşa 4 kesan giran e.

Generalî Ukraynî Oleksandr Syrskyi roja Înê dîyar kir ku hêzên Rûsî yên pêşve diçin herêma pevçûnên aktîf bi qasî 70 kîlometre berfireh kirine û hewil didin ku hêzên Ukraynî yên bi kêmbûna çekan re rûbirû mane belav bikin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Înê got ku hêzên Rûsî li herêma Kharkivê 10 kîlometre pêşve çûne.

Zelenskyy dîyar kir ku ew dixwazin ku plana Rûsya ya ser berfirehkirina şer bisekinînin û nehêlin ku Moskow dîplomasîya Kîevê bişikîne.

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Înê di serdana Çînê de dîyar kir ku ew dixwazin ku li herêma Kharkivê herêmeke ewle çêkin û dîyar kir ku ti plana wan ser bidestxistina Kharkivê, ku bajarê mezin yê duyê Ukrayna ye, tuneye.

Putin got ku wî berê jî gotiye ku ger wisa here ewê neçar bimînin ku herêmeke tampon çêkin û dîyar kir ku hêzên Rûsî her roj li gor planê pêşve diçin.

Ji alîyên din ve Zelenskyy roja Înê jibo zêdekirina leşkerên Ukraynî du qanûn îmza kirine ku li gor wan mehkûm dikarin bibin leşker û kesên ji leşkerîyê direvin jî cezayên giran distînin.

Qanûna jibo seferberîyê, ku ser nîqaş çêbûbûn, îro Şemîyê dikeve merîyetê.

Ukrayna di rojên borî de temenê leşkerîyê ji 27’an daxistibû 25’an û cezayên jibo kesên ji leşkerîyê direvin girantir kiribûn.

Bi qanûna nû mêrên Ukraynî divê agahîyên xwe yên li navendên leşkerî nû bikin.

Servîsên konsulxaneyan yên jbo Ukraynîyên li derveyî welêt xizmetên pasaportê didan meha borî hatibûn girtin ku ew roja Înê jinûve vebûn.

Xizmetên wan konsulxaneyan jibo mêrên Ukraynî yên temenê wan ji 18 heta 60’î seba pasaport û xizmetên bistînin qeydên xwe li leşkerîyê bikin, 23’yê Nîsanê hatibûn sekinandin.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba di rojên borî de li X’ê gotibû ku welatê wan di şer de ye û jiyîna li derveyî welêt jî rê li ber leşkerîyê nagire.

Li ser bertekan xizmetên konsulxaneyan jinûve destpê kirin.

Jêder: VOA, Reuters, AFP, AP

XS
SM
MD
LG