Breaking News

Rûsya û Ukrayna Êrîşên Dijî Hev Tund Dikin

Ukraynayê îro Sêşemê ji bo roja duyem li pey hev êrîşî pira di navbera başûrê Rûsyayê û Qirimê de kir, ku nîvgiraveke li ser Deryaya Reş û li başûrê Ukraynayê ye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser platforma X’ê wêne û vîdyoyên beşî sereke ya rêya pirê belav kirin ku ketîye nav Tengava Kerçê û rê li ber derbasbûna keştîyan girtîye.

Sergei Aksyonov, parêzgarê Qirimê yê ku ji alîyê Rûsyayê ve hatîye danîn, got ku di êrîşê de du kes hatine kuştin.

Êrîşa şeva borî beşek ji êrîşeke mezin bû. Ajansên Rûsyayê got ku ev ji sala 2022’an ve êrîşa herî mezin a dronan e ku Ukraynayê li dijî Rûsyayê kirîye.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê got ku wan li 22 herêman 1,441 dron xistine xwarê. Ev ji rekora Duşemê ya 1,336 dronan zêdetir e.

Tevî hevdîtinên aştîyê yên hefteya borî yên li Ebû Dabî ku bi navbeynkarîya Amerîkayê hatin kirin, Rûsya û Ukrayna êrîşên xwe berdewam dikin.

Di neh mehên dawî de ev hevdîtinên yekem bûn û şandeyên Amerîkayê bi awayekî cuda bi Zelenskyy û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re jî civîyan.

Kîev û Moskowê di hevdîtinên hefteya borî de li ser pevguhertina hejmareke mezin a dîlan li hev kir, lê di mijarên din ên girîng de ti pêşketineke berçav çênebû.

XS
SM
MD
LG