Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna û Tirkîyê Wê Peymana Bazirganîya Azad Îmza Bikin


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy li Stenbolê (Arşîv)
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy li Stenbolê (Arşîv)

Serokwezîrê Ukraynayê Denys Shmyhal îro Çarşemê dîyar kir ku Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan wê roja Pencşemê (sibe) serdana paytext Kîevê bike.

Shmyhal da zanîn ku di dema serdana Erdogan de Ukrayna û Tirkîyê ewê tevî peymana bazirganîya azad, bi dehan peymanan îmza bikin.

"Me danûstandinên bi hevtayên xwe yên Tirk re xurt kirin da ku peymana bazirganîya azad li gor berjewendîyên karsazîya Ukraynayê be, derfetan bo derfirotina me biafirîne û derfeta nûjenkirina kompanîyên Ukraynayê ava bike," Shmygal got.

Herwiha, Shmygal got ku wê roja Pêncşemê peymanên din jî werin îmza kirin, yên wek hevkarîya ser teknolojîya hi-tech, esman, sîyaseta ciwanan, û hêzên ewlekarîyê.

Bazirganîya di navbera Tirkîyê û Ukraynayê de, ku her du welatên beravê Behra Reş in, di 2021'an de bi giştî 7 mîlyar dolar bû û derfirotina Ukraynayê jî 4.1 mîlyar dolar bû.
Genim û metal 70'ê ji sedî ya derfirotina Ukraynayê ya bo Tirkiyeyê genim bû.

Hevalbendê NATO'yê Tirkîyê cîranê deryayî yê Rûsya û Ukraynayê ye. Bi Kîev û Moskowê re peywendîyên wê yên baş hene. Lê, dijî polîtîkayên Rûsyayê yên li Sûriye û Lîbyayê ye û herwiha dijî dagirkirina Kirimê ya di 2014'an de ye.

Tevî ku Tirkîyê di warê berevanî û enerjîyê de hevkarîya bi Rûsyayê didomîne, jiber ku dron firot Ukraynayê, Moskow aciz kir.

Erdogan di navbera Moskow û Kîevê de pêşnîyara navbeynkarîyê kiribû û herwiha Rûsya jî ser dagirkirina Ukraynayê hişyar kiribû.

XS
SM
MD
LG