Karbidestên Ukraynî îro Pêncşemê ragihand ku li Mariupolê rizgarkirina sivîlan ji bin kavilên şanoya wêrankirî destpê kiriye.
Ombudsvana Ukrayna Ludmyla Denisova ragihand ku got ku avahîya şanoyê hember bandora bombebarana esmanî ya bi hêza bilind berxwe daye û jiyana mirovên ku xwe di stargeha şanoyê de xwe vedişartin, parastiye.
"Xebata bo vekirina jêrzemînê didome; mezin û zarokên sax mane têne derxistin derve, " Denisova got.
Wê got ku heya niha ser kuştî û birîndaran ti agahî tune ye.
Parlamentera Ukraynî Lesia Vasylenko jî dîyar kir ku raport hene ku birîndar hene lê ne kuştî.
Vasylenko da zanîn ku di navbera 1.000 û 1.500 kes li şanoyê bûn, di dema êrîşa esmanî pêk hatiye.
Wê êrîş wek "têkbirina stêrgeheke" bi qestî bi nav kir.
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba li ser Twitterê got ku êrîşa ser şanoya li Mariupolê "tawaneke şer ya hovane ye".
Şanoya Drama ya Herêmî ya Donetsk li Mariupolê ku piştî êrîşeke esmanî ya roja Çarşemê wêran bû û bi sedan kes di jêrzemînê de asê mabûn, ya ku karbidestên Ukraynî dibêjin êrîşek esmanî ya Rûsî bû.
Wezareta berevanîyê ya Rûsya roja Çarşemê bombebarankirina şanoyê yan cîhek din ya li Mariupol red kiribû.
Ofîsa Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî ragihand ku Rûsya di sibeha îro de, ser bajarê ya dorpêçkirî Mariupolê pirtir êrîşên esmanî, pêk anîye.