Şêwirmendê seroktîya Ukrayna Oleksiy Arestovych îro Pêncşemê dîyar kir ku Rûsya biryara dorpeçkirina kargeha pola ya Azovstal li bajarê Mariupolê daye, jiber ku hêzên Rûsî fahm kirine ku ew nikarin kargeha mezin bi darê zorê bigirin.
"Hêzên Rûsî nikarin bi fizîkî Azovstalê bigirin, wan ev yek fêm kirine, " Arestovych di preskonferanseke de ragihand.
Arestovych bi berdewamî got ku hezên Rûsî di pevçûnên li Azovstalê windahiyên mezin dane.
Wî anî ziman ku Azovstal hîn jî di destê parazvanên Ukraynî de ye û ew berxwedanê didomînin.
Arestovych herwiha dîyar kir ku artêşa Rûsî beşek ji hêzên xwe yên li Mariupol ber bi Bakur veguhestandiye da ku armanca xwe ya sereke bicîh bîne.
Wî da zanîn ku ew hezên Rûsî niha ew ber bi sînorên herêmên Donetsk û Luhansk ve pêşve diçin.
Ukrayna Dibêje Rûs Fêm Dikin ku Nikarin Azovstalê Bigirin
