Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Dibêje Ukrayna Êrîşî Depoyeke Petrolê ya li Hindurê Rûsya Kir


Dîmeneke ji şewata depoya petrolê ya li bajarê Belgorod ya Rûsya, 1 Nîsa2022
Dîmeneke ji şewata depoya petrolê ya li bajarê Belgorod ya Rûsya, 1 Nîsa2022

Rûsya îro Înê Ukrayna bi êrîşeke esmanî ya dijî depoyeke petrolê ya li bajarê Belgorod ya Rûsya tawanbar kir.

Walîyê herêma Belgorod, Vyaçeslav Gladkov dîyar kir ku jiber êrîşa esmanî ya bi du helîkopteran şewateke mezin derketiye.

Wî da zanîn ku di êrîşê de 2 kes birîndar bûne û jimareke kargehên dera kargehê jî zarar dîtine.

Depoya ku ji alîyê kompanîya enerjîyê ya Rûsî Rosneft ve tê rêvebirin, bi qasî 35 kîlometreyan dûrî sînorê Ukrayna ye.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov jî got ku karbidest her tiştî dikin da ku zincîra peydakirina petrolê jinûve bixebitînin û rê li ber astengên peydakirina enerjîyê li Belgorod bigirin.

Peskov herwiha dîyar kir ku bûyer şert û mercên bo danûstandin aştîyê bi Kîevê dijwar kiriye.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Ukrayna Oleksandr Motuzyanyk dîyar kir ku ewê rola Ukrayna ya di bûyerê de ne piştrast bike û ne jî red bike.

"Ukrayna niha dijî êrişên Rûsî yên ser axa xwe operasyoneke berevanîyê bi rê ve dibe û ev nayê wê wateyê ku Ukrayna berpirsê her felaketeke li ser axa Rûsya ye."

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba jî got ku ew nikare wê îdiayê red yan pişrast bike.

Rûsya berê jî ragihandibû ku ew bûye armanca êrîşa Ukrayna û leşkerekî wê hate kuştin, lê Moskowê gotibû hêzên Ukraynî neketine qada wê ya esmanî.

XS
SM
MD
LG