Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna ji Çînê Navbeynkarîyê Dixwaze


Belgium Europe Ukraine Tensions
Belgium Europe Ukraine Tensions

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Ukrayna ji Çînê xwestiye ku bo rawestandina şerê bi Rûsya re navbeynkarîyê bike.

Reutersê ew agahî di ser axaftinên wezîrên derve yên Ukrayna û Çînê re ragihand.

Wê ajansê da zanîn ku Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba ji hemtayê xwe yê Çînî xwestiye ku bo rawestandina şer peywendîyên bi Rûsya re bikar bîne.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ji Kuleba re daye zanîn ku bo ew cengê bi rêka dîplomasîyê rawestînin hazir in ku di hewildanê kevin.

Çîn, ku di salên dawî de nêzîkî Rûsya bûye û bi Ukrayna re jî peywendîyên wê yên nêz yên dîplomatîk hene, êrîşa Rûsya ya dijî Ukrayna şermezar nekiriye û wê wek ‘’dagirkirin’’ nabîne.

Wezîrên derve yên Çîn û Ukrayna, ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve cara pêşî axifîn.

Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku berê Kuleba xwestiye ku bi hemtayê xwe re biaxie.

XS
SM
MD
LG