Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje 5 Keştiyên Din yên Genimê ji Benderên Ukrayna Derketine

Dîmeneke ji bendergeha Chornomorsk ya Ukrayna ku derketina keştîyên dexil barkirîne nîian dide, 4 Tebax, 2022
Dîmeneke ji bendergeha Chornomorsk ya Ukrayna ku derketina keştîyên dexil barkirîne nîian dide, 4 Tebax, 2022

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku 5 keştîyên din yên dexil ku ceh û genim barkirîne ji benderên Ukrayna derketine.

Wezaretê dîyar kir ku sê keştî ji bendera Chornomorsk û du jî ji bendera Pivdennyi derketine rê.

Wezareta Tirk herwiha da zanîn ku çar keştîyên din yên ku ber bi Ukrayna diçin wê îro li Stenbolê ji hêla karbidestên Navenda Kordînasyona Hevbeş (JCC)ve werin kontrol kirin.

Rûsya û Ukrayna 22’yê Tîrmeh de, bo derxistina dexil ji benderên Derya Reş ya Ukrayna û sivikkirina krîza xwarinê ya navneteweyî, bi navbeynkarîya Enqere û Neteweyên Yekbûy (NY) peymaneke girîng îmza kirbûn.

JCC jî di 26’ê Tîrmehê de ku ji hêla Rûsya, Tirkiye, Ukrayna û NY ve li Stenbolê hat hatibû vekirin.

Ukrayna yek ji hilbirînerê cîhanê yê dexlûdanî ye û girtina benderên wê bûye sedema bilindbûna nirxê xwarinên cîhanî û xeterîya xelayê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG