Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku îro Duşemê 9 keştîyên din yên danûdexil ji bendergehên Ukrayna bi rê ketine.
Wezaretê herwiha got ku derxistina danûdexil ji bendergehên Ukrayna li gor plansazîya hayiye kirin, didome.
Rûsya û Ukrayna di firotina dexilan de li cîhanê di rêza pêş de ne, lê jiber şerê wan bi tonan genim û garis asê mabûn û vê yekê fikarên ser krîza berhemê xwarinê zêde kiribûn.
Bi navbeynkarîya Tirkîye û Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya û Ukrayna ser derxistina dexilan li hev kirin û di 22’yê Tîrmehê de li Stenbolê peymaneke îmza kirin.
Her çiqas şerê di navbera her du welatan de didome jî keştîyên danûdexil barkirî ji 1’ê Tebaxê vir ve ji bendergehên Ukrayna bi serbestî derdikevin.