Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna û Îsraîl Ser Sîstemên Berevanîya Esmên Danûstandinê Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Ukrayna û Îsraîlê ser sîstemên berevanîya esmên danûstandinê dikin.

Reutersê da zanîn ku Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid bi rêka telefonê ser sîstemên berevanîya esmên axifîne.

Kuleba da zanîn ku wî ji Lapid re behsa wan êş û eleman, kuştin û talanan kiriye ku bi muşekên Rûsya û dronên Îranê çêbûne.

Îsraîlê her çiqas Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna şermezar kiribû jî, gotibû ku ew nikare çekan bide Kîevê.

Berpirsên Îsraîlê piştgirîya bo Ukrayna bi tenê alîkarîya mirovî re sînordar kirin û dan zanîn ku ew bo aramîya Cihûyên li Rûsya nikarin zêdetir tiştekî bikin.

Di demên dawî de, Îsraîl dixwaze bo pêşdebirina hişyarîyên berî êrîşên esmanî alîkarîyê bide Ukrayna.

Ofîsa Lapid da zanîn ku wî ji Kuleba re careke din daye zanîn ku ew ligel Ukrayna ne û dîyar kiriye danûstandinên leşkerî yên Rûsya û Îranê bo wan fikarên kûr çêkirine.

Rûsya di demên dawî de bi dronan êrîşan dibe ser bajarên Ukrayna.

Ukrayna û welatên din yên Rojava dibêjin Rûsya di êrîşan de dronên Îranê dixebitîne, lê Tehran û Moskow wan îdiayan red dikin.

XS
SM
MD
LG