Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna û Japonya Peymaneke 100 Mîlyon Dolarî Îmza Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Ukrayna û Japonya peymaneke 100 mîlyon dolarî îmza kirine.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Darayî yê Ukrayna ragihand.

Li gor daxuyanîya wezaretê, armanca peymanê piştgirîya kesên bêdestek in.

Bi peymanê, Ukrayna ji Japonya bo 30 salan kredîyê distîne û dê wê wê 10 salên pêşî nede.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Ji wê çaxê vir ve aborîyên Rûsya û Ukrayna jiber bandora cengê çêkiriye di rewişeke dijwar de ne.

XS
SM
MD
LG