Artêşa Ukrayna îro Şemîyê ragihand ku hêzên wê di pevçûnên li herêma Kherson de bi dehan leşkerên Rûsî kuştine û du cebilxane jî têk birine.
Wê got ku zêdetirî 100 leşkerên Rûsî û heft tank di pevçûnên roja Înê de li herêma Kherson hatine rûxandin.
Fermandarîya leşkerî ya başûr ya Ukrayna got ku veguhestina trenên bo Kherson ya li ser çemê Dnipro jî hatiye qut kirin; jibo ku gigeştina hêzên Rûsî ji piştgirîya leşkerî, çek û kelûpelên yên ji Kirima dagirkirî û rojhilat asteng bike.
Ukrayna dîyar kiribû ku ew dixwaze Khersonê jinûve bigire, herema ku di rojên destpêkê yên dagirkirina Rûsya de ketibû destê hêzên Rûsî ku di 24'ê Sibatê de destpê kiribû.
Cîgirê yekê yê serokê meclîsa herêmî ya Kherson, Yuri Sobolevsky, ji welatîyan xwest ku ji bermahîyên cebilxaneyên Rûsî dûr bisekinin.
Yuri Sobolevsky her wiha got ku artêşa Ukrayna dijî Rûsan berxwedana xwe xurt dike û ev tenê destpêk e.
Walîyê herêma Khersonê yê ku alîgirê Ukrayna ye, Dmytro Butriy, ragihand ku navçeya Berislav bi taybet zarareke mezin dîtiye.
"Li hin gundan maleke jî saxlem nemaye, hemû binesazî wêran bûye, gel di jêrzamînan de dijîn," Butriy got.
Berîslav li ser çemê bakurê rojavayê santrala hîdroelektrîkê ya Kakhovka ye.
Reutersê ragihand ku wê haya niha nikaribûye ku bi awayekî serbixwe van ragihandinana piştrast bike.
Karbidestên rêvebirîya ku ji alîyê Rûsya ve hatiye erkdar kirin di destpêka vê hefteyê nirxandinên Rojava û Ukrayna yên derbarê rewşê de red kiribûn.