Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Pêşnîyara Rûsya ya Korîdora Mirovahî Red Dike


Dîmeneke ji revîna sivîlên li bajarê Irpin, li bakurê rojavayê Kîevê, 7 Adar, 2022.
Dîmeneke ji revîna sivîlên li bajarê Irpin, li bakurê rojavayê Kîevê, 7 Adar, 2022.

Rûsyayê îro Duşemê "korîdorên mirovahî" yên nû ragihand ku sivîlên di bin bombebarana wê de asê mane, bikaribin derkevin.

Wezareta berevanî ya Rûsya dîyar kir ku korîdorên nû wê îro ji paytext Kîev û bajarên rojhilata welêt Kharkiv û Sumy û herwiha Mariupol werin vekirin.

Li gor rênexşeyên ku ajansa nûçeyan ya RIA weşand, korîdora ji Kîevê wê ber bi Belarûsê ve biçe û hemwelatîyên ji Kharkiv wê tenê bikaribin biçin Rûsyayê.

Wezaretê hevdem da zanîn ku Rûsya wê balafireke jî bişîne ku Ukraynîyan ji Kyivê bigihîne Rûsyayê.

Lê, Ukrayna pêşnîyara Moskowê ya bo avakirina korîdorên mirovahî ji bajarên têne bombebaran kirin yan bombebarankirî red kir, piştî ku derket holê wê penaber tenê bikaribin herin Rûsya yan Belarûsê.

Kîevê ev ragihandina Moskowê wek gaveke bi temamî bêexlaqî bi nav kir û şermazar kir.

Sergey Nikiforov, berdevikê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiyy got ku Rûsya hewl dide ku êşên mirovan bikar bîne ku dîmeneke ditbarî ava bike.

"Ew hemwelatîyên Ukraynî ne, divê mafê wan hebe ku ew bi xwe biryara xwe bidin ku herinm ku derê. Ev yek ji wan pirsgirêkan e ku dibe sedema têkçûna korîdorên mirovahî."

Nikiforov got ku Rûs dixwazin wek propoganda alîkarîyên mirovahîyê di televîzyonan de bibin nîşandan û herwiha korîdoran li gor berjewendîya xwe bi rêve bibin.

Ragihandin Rûsyayê ya îro piştî du rojan yên ji agirbestên têkçûyî hat ku sivîl ji bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî derkevin. Li wî bajarî bi sed hezaran kes bê xwarin û av asê mane û hîn jî di bin bombebaranan de ne û nikarin birîndarên xwe derxînin.

Hîjayî balkişandinê ye ku heta niha pirtir ji 1.5 mîlyon Ukraynî derbider bûne û bi hezaran kesên din jî hewil didin ku birevin cîhjên ewletir.

XS
SM
MD
LG