Cîgira serokwezîrê Ukrayna Iryna Vereshchuk îro Înîyê dîyar kir ku Ukrayna hêvî dike ku hin sivîlên ku li bajarê Mariupolê asê mane, wê karibin îro bi otomobîlên taybet, ji bajar derkevin.
Vereshchuk da zanîn ku bo kesên ku karibin ji Mariupolê derkevin, wê li bajarê Berdiansk yê nêz otobus li benda wan be, da ku wan veguhestinê bajarê Zaporizhzhia bike.
Hewildanên dubare jibo avakirinaderbazbûneke ewle ji Mariupolê , ya ku ji
Mariupol ya şênîya wê nêzî 400 hezar kes in, bi hefteyane ku di bin bombebaranên tund de ye.
Sivîlên ku li stargehên li bajêr bi xwarin, elektrîk û ava sînordar li benda rizgarkirina ewle ne.
Vereshchuk herwiha da zanîn ku heya niha bi giştî 2.717 kes ji Mariupolê derketine.
Karbidestekî payebilind yê Ukraynî dîyar kirin ku duh roja Pêncşemê bi rêya korîdorên mirovahî ji bajarên Ukrayna bi giştî 3,343 kes hatine derxistin û nêzî 4554 kesên din jî karibûne birevin.