Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Hişyarî Dide ku Hêzên Rûsî li Mariupolê bi Hezaran Kes Kuştibin

Dimeneke ji bajarê Mariupolê ya di bın dorpêça hêzên Rûsî de ye.
Dimeneke ji bajarê Mariupolê ya di bın dorpêça hêzên Rûsî de ye.

Ukrayna îro Duşemê ragihand ku dibe ku bi deh hezaran kes di êrîşa Rûsya ya ser Mariupolê de hatibin kuştin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro di axaftineke vîdyoyî de ji parlamenterên Koreya Başûr re behsa rewşa bajarê Mariupolê kir.

"Mariupol hatiye wêran kirin, bi deh hezaran mirî hene, lê tevî vê yekê jî, Rûs dest ji êrîşên xwe bernadin," Zelenskyy got.

Wî da zanîn ku û hêzên Rûsî derxistina sivîlan ji bajarê dorpêçkirî hêdî kirine.

Denis Pushilin, Serokê Komara Gel yê Donetskê ya ku Rûsya piştgirîyê dike, îro ji ajansa RIA ya Rûsî re got ku dibe ku zêdetirî 5 hezar kes li Mariupolê hatibin kuştin.

Lê, wî îdia kir ku hêzên Ukraynî ji kuştina 5 hezar sivîlan berpirs in.

Petro Andryushchenko, alîkarê şaredarê Mariupolê jî dîyar kir ku hejmara kesên ku ji bajêr derdikevin kêm bûye.

Andryushchenko da zanîn ku ne jiber ku mirov naxwazin birevin, derketina ji bajêr kêm bûye; lê jiber ku hêzên Rûsî kontrolên berîya derketinê hêdî kirine.

"Nêzî 10 hezar kes li benda kontrolkirina hêzên Rûsî ne ku bikaribin ji Mariupolê derkevin, lê Rûsya destûr nade ku karmendên leşkerî ligel kesên sivîl derkevin," Andryushchenko got.

Moskowê, ku berê Ukrayna bi astengkirina derxistina sivîlan tawanbar dikir, heya niha ser van ragihandinan ti daxuyanî nedaye.

Cîgira serokwezîra Ukrayna Iryna Vereshchuk jî got ku wan bi bi Rûsya re li hev kir ku îro Duşemê neh korîdorên mirovahî werin vekirin ku sivîlên li herêmên rojhilat yên di bin dorpêça Rûsan de derkevin.

Vereshchuk herwiha ragihand ku Mariupol jî di nav wan neh korîdorên mirovahî de ne, lê korîdora wê tenê ji bo otomobîlên taybet e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG