Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dijî Tevgerên Rûsya Banga Yekîtîya Cîhanî Dike


Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Oleksii Reznikov di serdana Pentagonê de dijî Rûsya banga yekîtîya cîhanî kir.

Ukrayna û Amerîka ser tevgerên leşkerî yên Rûsya hişyarîyê dikin, lê Washingtonê heta niha ew tevgerên dawî wek ‘’hazirîya êrîşê’’ bi nav nekiriye.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin roja Çarşemê got ku ew tam nizanin ku Serokê Rûsya Vladimir Putin hewil dide çi bike.

Reznikov bi Austin re li Pentagonê civîn çêkir û ser tevgerên Rûsya hişyarî kir.

Li gor daxuyanîya Pentagonê, Reznikov di civînê de gotiye ku encama tevgerên Rûsya wê bo Ewrupa rewişeke dijwar çêke.

Wî da zanîn ku ger hêzên cîhanî dijî helwesta Rûsya bibin yek ewê rewişa dijwar çênebe.

Austin ji Reznikov re dîyar kiriye ku ew tevgerên Rûsya ji nêz ve dişopînin.

Wî ji Reznikov re daye zanîn ku Washington fikarên xwe yên ser tevgerên Rûsya bi awayekî zelal radigihîne.

Moskow dide zanîn ku ew fikar rewişê dijwartir dikin û ew ji tevgerên NATO yên li herêmê jî ne razî ne.

Putin roja Pêncşemê da zanîn ku ‘’xetên sor’’ yên Rûsya hene û welatên rojava guh nadin wan û pêdivîya wan bi mîsogerkirina garantîyê heye.

Kremlînê di Îlonê de dîyar kiribû ku ger NATO bingeha xwe ya leşkerî ya li Ukrayna berfireh bike ewê xeta sor derbaz bike û zararê bide îstiqrara herêmê.

Putin da zanîn ku firokên bombeyan yên welatên rojava di ber sînorê Rûsya re difirin û dîyar kir ku ew rewiş metirsîyê çêdike.

Her çiqas nelihevkirinek heye jî Washington û Moskow danûstandinên payabilind domandin û Putin û Serokê Amerîka Joe Biden di meha Hezîranê de li Cenevrê kom bûn û behsa hilcivîneke din jî dikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG