Ukrayna îro Sêşemê Rûsya bi gurkirina girjîya li rojhilata welêt tawanbar kir.
Wezareta Berevanî ya Ukrayna bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Rûsya segvan û tankan li sînor bi cîh dike û girjîyê gurtir dike.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê bal kişand ku Wezareta Berevanî ya Ukrayna daxuyanî berî axaftina Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin belav kiriye.
Li gor daxuyanîyê, Rûsya hewil dide zararê bide leşkerên Ukrayna, rê li ber derfetên çavdêrîya bi vîdeo digire û segvanên xwe yên li sînor zêde dike.