Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Rûsya Dest bi Dagirkirineke Berfireh Kiriye


Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba ji Twittere ser rewişa dawî daxuyanîyek belav kir.

Kuleba dîyar kir ku Rûsya dest bi dagirkirineke berfireh kiriye.

''Putin dijî Ukrayna dagirkirineke berfireh da destpê kirin. Bajarên aştîyane yên Ukrayna di bin êrîşê de ne.’’ Kuleba nivîsî.

Wî da zanîn ku cîhan dikare Serokê Rûsya Vladimir Putin rawestîne û bang li rêberan kir ku wî rawestînin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li Putin kir ku êrîşa dijî Ukrayna rawestîne û bo aştîyê şansekî bide.

Civata Ewlekarî ya NY dema Putin operasyon radigihand civat ser Ukrayna di civîneke demûdest de bû.

XS
SM
MD
LG