Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna, Rûsyayê bi Êrîşên Dijî Herêmên Sîvîlan Tawanbar Dike


Di bombebarana Rûsya ya li Kharkiv ya rojhilata bakurê Ukrayna de 3 kes îro Duşemê hatine kuştin û 31 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa Reutersê ji zarê bajarvanê Kharkivê Oleh Synehubov ragihand ku bi bomberana Rûsya tamîrxaneyek, xanîyek û binesazîya bajêr jî zarar dîtine.

Synehubov da zanîn ku ew cîhên ku Rûsya bombe avêtinê ne cîhên leşkerî ne û di nava birîndaran de zarok jî hene.

Rûsya di 24'ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê çaxê vir ve îdiayên ser êrîşên dijî sîvîlan red dike.

Kharkiv yê li nêzî sînorê Rûsya di destpêka şer de bi êrîşên giran yên hêzên Rûs re rûbirû ma, piştre demekê êrîşên li wir sivik bûn, lê ew demek e li wir êrîş dîsa gur bûne.

XS
SM
MD
LG