Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Hazirîya Êrîşa Ser Donbasê Dike

Dîmeneke ji herema Donbas ya Ukrayna
Dîmeneke ji herema Donbas ya Ukrayna

Serfermandarîya Giştî ya Ukrayna îro sibeha Sêşemê ragihand ku Rûsya hêzên xwe jinûve kom dike û bo jinuve êrîşkirina ser herema Donbasê amadekarîyê dike.

Serfermandarîyê di nûvekirineke ser rûpela xwe ya Facebookê de wiha got:

"Rûsya armanc ew e ku ser herêmên Donetsk û Luhanskê kontrola tam ava bike."

Serfermandarîyê hevdem da zanîn ku li herêmên Donetsk û Luhanskê, artêşa Rûsya li ser kontrolkirina bajarên Popasna, Rubizhne û ya ser Mariupolê disekine.

Wê got ku bajar û warên din yên her du herêman di bin topbarana berdewam ya Rûsan de ne.

Hêzên Rûsî dorpeçkirina xwe ya Kharkivê jî didomînin, li gor serfermandarî ya giştî ya Ukrayna.

This item is part of
XS
SM
MD
LG