Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya bo Bomberana Kîevê Amadekarî Dike

Serfermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Ukraynayê îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî jibo bomberankirina Kîevê dest bi amadekarîyan dikin ku pirtir ji 3 m'lyon kes li wê derê dijîn.

Gava ku pêşketina hêzên Rûsî li bakur ya ber bi paytext Kîevê bi rojan e ku rawestîya bû, ew li başûr bêtir bi serket, li rojhilat û rojava li beravên Deryaya Reş û Azov pêş ve çû.

Li gor karbidestên Ukraynî nêzî 200.000 kes li bajarê Mariupol asê mane û piranîya wan di binê erdê de radizên.

Karbidest bal dikşînin ku şeş roj in ku ew sivîl hewl didin ji topbarana hêzên Rûsî rizgar bibin û Rûsan xwarin, av û elektrîka wan qut kirine.

Divê nêzî nîvê şênîya abajêr doh Yekşemê bihatana derxistin, lê ew hewildan bo roja dudya hat betalkirin jiber ku plana agirbestê têk çû.

Karbidestên Ukrayî îro gotin ku bajarê Mykolayiv ya li başûrê welêt tê topbaran kirin.

Rûsya û Ukrayna bi binpekirina agirbestan û bi ranewestandina gulebaran û herwiha topbarankirinan tawanbar kirin.

Serok Zelenskiyy jî hişyarî da ku armanca mezin ya din ya Rûsyayê dibe ku Odessa be, bendereke dîrokî ya Deryaya Reş ku 1 mîlyon kes li wî bajarî dijîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG