Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje jiber Bombebarana Nexweşxaneya Zarokan 3 Kes Hatine Kuştin


Piştî bomberana Rûsî nexweşxaneya zarokan ya li bajarê Mariupol ya Ukrayna, 10 Adar,2022
Piştî bomberana Rûsî nexweşxaneya zarokan ya li bajarê Mariupol ya Ukrayna, 10 Adar,2022

Karbidestên Ukraynê îro Pencşemê ragihand ku firokên Rûsî roja Çarşemê li bajarê Mariupolê nexweşxaneya zarokan bombebaran kirine.

Wan gotin ku di encamê de sê kes hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne; di nava wan de jinên ducanî, karmendên saxlemîyê jî hene.

Sazîya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî(NY) da zanîn ku ew hewl didin ku hejmara kuştîyan piştrast bikin.

Berdevika NY got ku ev bûyer fîkarên wan yên kûr ser karanîna bêpîvan ya çekan li heremên niştecîh zêde dike.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy piştî êrîşê, bang li welatên Rojava kir ku dijî Rûsya toleyên hîn tundtir ragihînin.

"Jenosîda Ukraynîyan pêk tê, divê Rojava toleyan xurt ragihîne da ku êdî derfeta Rûsya ya berdewamkirina vê jenosîdê nemîne,” Zelenskyy got.

Qesra Sipî bombebarana nexweşxaneyê wek 'karanîna hovane ya hêza leşkerî bo şopandina sivîlên bêguneh' şermezar kir.

Cîgirê nûnerê daîmî yê Rûsya yê li NY Dmitry Polyanskiy bo bomberankirina nexweşxanê, ser Twitterê got ku 'nûçeyên sexte bi vî rengî têne çê kirin.'

Rûsya berê soz dabû ku wê êrîşan rawestîne da ku sivîlên asê mane karibin ji Mariupolê derkevin.

Ukrayna û Rûsya, jiber pêknehatina derketina sivîlan hevûdu tawanbar dikin.

Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) dîyar kir ku wê 18 êrîşên li ser saziyên bijîşkî yên li Ukrayna piştrast kiriye, ji despêkirina dagirkirina Rûsya ya 2 heftayan bere vir ve.

XS
SM
MD
LG