Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Sîvîlên li Herêma Sumy Derdixe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku sîvîlên li Sumy ya rojhilata bakurê Ukrayna û yên li Irpîn ya nêzî Kîev ya paytext dest bi derketinê kirine.

Karbidestên Ukraynî û Rûs di hevdîtina do Duşemê de li hev kiribûn ku bo sîvîlên li hin bajarên dorpêçkirî korîdora însanî çêkin.

Walîyê herêma Kîevê Oleksiy Kuleba da zanîn ku heta niha pirtir ji 150 kes hatine derxistin û dîyar kir ku veguhestina sîvîlan didome.

Yekîneyên Rûs di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kirin û ji wê çaxê vir ve li jimareke herêman sîvîl asê mane.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku bo sîvîl derkevin, li Kîev, Chernihiv, Sumy, Kharkiv û Mariupolê korîdorên însanî hatine vekirin.

Karbidestên Rûs do Duşemê ji berpirsên Ukraynî re gotibûn ku ew dikarin sîvîlan veguhezînin Rûsya û Belarûsê, lê wan ew pêşnîyaz red kiribûn.

XS
SM
MD
LG