Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Ukrayna Dibêjin Sîvîlên li Mariupolê Dê Roja Înê Werin Derxistin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku sîvîlên li Mariupolê dê roja Înê ji wî bajarî werin derxistin.

Reutersê ew agahî ji zarê Cîgira Serokwezîrê Ukrayna Iryna Vereshchuk ragihand.

Vereschuck da zanîn ku ew dê bi demjimêra herêmî di 12:00 de dest bi derxistina sîvîlên li Mariupolê bikin.

Wê dîyar kir ku sîvîlên li Mariupolê dê li mola Port City kom bibin, lê zêdetir hûrî neda.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê destpê kir. Mariupol, ku bajarekî berderya ye, ji rojên pêşî yên şer vir ve ji alîyê hêzên Rûs ve dorpêçkirî ye.

XS
SM
MD
LG