Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Ew Nikare Sivîlan ji Mariupolê Derxîne


Dîmeneke ji bajarê Mariupol ya Ukrayna ku di bin dorpêça hêzên Rûsî de ye, 18 Adar,2022.
Dîmeneke ji bajarê Mariupol ya Ukrayna ku di bin dorpêça hêzên Rûsî de ye, 18 Adar,2022.

Hikûmeta Ukrayna îro Înê ragihand ku hêzên Rûsî 45 otobusên ku bo derxistina sivîlan ji bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî hatibûn şandin, asteng kirine û tenê 631 kes karîbûne bi otomobîlên taybet ji bajêr derkevin.

Petro Andryushchenko, alîkarê bajarvanê Mariupol dîyar kir ku bajarê dorpêçkirî bo her kesê ku hewl dide bikeve hindur girtîye û bo her kesê ku hewil dide derkeve pir xeter e.

Bajarvanîya Mariupolê texmîn dike ku 5000 sivîl di dorpêçkirina bajêr de hatine kuştin.

Cîgira serokwezîr Iryna Vereshchuk jî şeva Pencşemê dîyar kir ku 12 otobusên Ukrayna bi alîkarîyên mirovî ji Melitopolê ber bi Mariupolê ve derketine rê, lê hêzên Rûsî otobus rawestandine û dest danîne ser 14 ton xwarin û dermanan.

Vereshchuk da zanîn ku nêzî 45 hezar rûniştvanên Mariupolê bi zorê ber bi Rûsya û heremên rojhilata Ukrayna ve hatine dersînorkirin ku di bin kontrola cudaxwazên bi piştgirîya Rûsya de ne.

Li gor karbidestên Ukraynayî, bi deh hezaran kes di hefteyên dawî de ji ser korîdorên mirovahî ji Mariupolê derketine û hejmara şênîya bajêr ku berîya şer 430 hezar bû, daketiye nêzî 100 hezar kesan.

XS
SM
MD
LG