Karbidestên Ukraynayê îro Duşemê ragihand ku di êrîşên dronên Rûsyayê de herî kêm 7 kes hatine kuştin û bêhtirî 50 kes jî birîndar bûne.
Dronan li seranserê welat û li navenda bajarê Kîevê da avahîyên malan, ofîs, navendên daneyan û Akademîya Neteweyî ya Zanistan.
Li herêma Kîevê di van êrîşan de çar kes hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn. Yek ji wan jinek bû ku dema dronek li avahîya akademîyê ya li navenda Kîevê ket, jiyana xwe ji dest da, û çar kesên din jî li wir birîndar bûn.
Li bajarekî din ê Ukraynayê yê bi navê Dnipro, dronekê li avahîyeke ofîsan xist. Di vê êrîşê de sê kes hatin kuştin û herî kêm 12 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Berevanîya Rûsyayê îro Duşemê ragihand ku sîstemên wan ên berevanîya esmanî, şevê din 254 dronên Ukraynayê xistine xwarê.
Ev êrîş dibin piştî ku hefteya borî li New Yorkê, di civîna Neteweyên Yekbûyî de, li ser hewldanên dîplomatîk ji bo dawîanîna li vî şerî axaftin bûbûn.