Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ukrayna jiber Êrîşên Rûsya Qutbûnên Elektrîk û Avê Zêde Dibin


Kompanîya elektrîkê ya Ukraynî, Ukrenergo ragihand ku îro Duşemê li Kîev û heremên din wê zêdetir qutbûnên elektrîkê pêk werin.

Ukrenergo da zanîn ku wê jiber hewilên çêkirina zarara ser binesazîya enerjî ya bi sedema êrîşên mûşekî û dronên Rûsî ew biryar daye.

"Piştî êrîşên terorîstî yên Rûsya, em nikarin hîn tora elektrîkê ya welêt bi tevahî bidin xebtiandin. Li hin hereman, em neçar in ku qutbûnan bikin da ku ser binesazîya voltaja bilind zêde bar pêk neyê."

Li paytext Kîevê, ku 3 mîlyon nîfûsa wê heye, qutbûnên elektrîkê êdî bûne beşek ji jîyanê piştî êrîşên Rûsî ji 10’ê Cotmehê ku 40 ji sedê binesazîya elektrîkê ya bajêr wêran kiribûn.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy di gotara xwe ya do şev de ser êrîşên nû yên Rûsî hişyarî da û ragihand ku jixwe niha zêdetirî 4.5 mîlyon Ukraynî bê elektrîk in.

Zelenskiy got ku Rûsya ji bo dubarekirina êrîşên girseyî yên ser binesazîya Ukrayna hêz û amûran dicivîne.

Bajarvanê Kîevê Vitali Klitschko jî ji rûniştvanên bajêr xwest ku xwe bo rewşa herî xirab amade bikin. Wî bal kişand ku dibe ew av û elektrîkê bi tevahî hinda bikin û neçar bimînin ku bi awayekî demkî Kîevê ji sîvîlan vala bikin.

XS
SM
MD
LG