Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stêrka TikTok'ê ya Îraqî Um Fahad li Bexda Hat Kuştin


Wênê Um Fahed li Yarîgeha Basra ya Navnetewî di Dema Lîstikên Fotbalê yên Kupa Welatên Kendavê 19/01, 2023.
Wênê Um Fahed li Yarîgeha Basra ya Navnetewî di Dema Lîstikên Fotbalê yên Kupa Welatên Kendavê 19/01, 2023.

Ji şeva borî de dîmenên kuştina jina Îraqî Xûfran Sewadî ku di medya Civakî de bi navê Um Fahad tê naskirin û weke stêrka Tik Tokê tê dîtin, bi berfirehî di medya civakî de tên weşandin.

Çekdarek bi motorsikla xwe li kolaneke Bexdayê tê û ber bi otombîla Um Fahad ve diçe û wê gullebaran dike.

Çavkaniyeke polîsê Bexdayê ji CNN re ragihand, ku stêrka medyaya civakî ya Îraqî Xûfran Sewadî, şeva Înê li derveyê mala xwe li Bexda, paytexta Iraqê, hat kuştin.

Êrîş li herêma Zeyûna ya li rojhilatê Bexdayê pêk hat, ku bûyera kuştinê ji aliyê kameraya çavdêriyê ve hat kişandin û li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Di vîdyoyê de tê dîtin ku çekdarek li motosîklê siwar dibe û Sewadî di cih de dikuje. Çavkaniyek polîsê Bexdayê rastiya vîdyoyê ji CNN re piştrast kirîye.

Wezîrê Navxwe yê Îraqê ragihand û got "Ew tîmeke lêkolînê ya pispor ava dikin da ku rewşa kuştina jineke ku li ser torên civakî ji aliyê çekdarên nenas ve hatîye kuştin bişopînin."

Sewadi di platforma TikTokê de navdare, li wir vîdyoyên xwe yên ku bi kincên xwerû bi muzîka pop re dans dike parve dikirin.

Berê vîdyoyên ku Um Fahad diweşandin, ji aliyê dadweriya Iraqê ve ne guncaw dihatin dîtin. Daxuyaniyeke dadweriya Îraqî got, Sewadî bi şeş mehên zîndanê hat mehkûmkirin ji ber "sûcên berhemanîn û weşandina çendîn fîlm û vîdyoyên ku tê de zimanekî nerewa û binpêkirina exlaqê giştî, tê tawanbar kirin."

Dilxwazê geştiyarî û sporê, çalakvanê ser platforma X'ê Steven Nabil di hesaba xwe de vidyoya dema êrîşê weşand.

Herwiha Nabil di twîteke xwe de vidyoyeke din di weşîne dibêje ku bûyera kuştina li beşa Resafe ya bexda çêbûye, herwiha di twîtek din de dibêje birayê Xûfranê "daxwaza dîtin û cezakirina bikujên xûşka xwe dike."
Ji hejî bîrxistinê ye ku medya Amnerîkî jî ciyekî berfireh da kuştina jina Îraqî um Fahad.

Berê jî, hin Kesayetiyên naskirî yên medya civakî li Îraqî bûne armanca êrîşên çekdarî û hatine kuştin.

Li gor çavkaniyeke ewlakariya Îraqî ku ji CNN re gotine, herî dawî, kesayetiyek din ya navdar di TikTok ê de ya bi navê Noor Alsaffar, ku bi Noor BM dihat naskirin, di Îlona 2023 de li Bexdayê hate kuştin.

Jêder: Medya Amerîka û Îraqê

XS
SM
MD
LG