Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Umut Kitapevî Careke Din Destpê Kir


Di 9'ê Cotmeha 2005'an de li Şemzînan a Colemêrgê li hemberî pirtûkfiroşgeha Umut Kitapevi êrîşeke bombeyî pêk hatibû.

Di ve bûyere de, endamên Sazîya Îstixbaratê ya Cendermeyan (JIT) Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş tên darizandin.

Piştî hewildana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê 2016'an, dozgerê doza Umut Kitapevi, Ferhat Sarikaya hatibû binçav kirin û derbarê dozê de hin tişt îtiraf kirin. Jiber ve yekê Doza Umut Kitapevi hat betal kirin û di 11'ê Cotmeha 2017'an de daxwaza jinûve darizandinê hatibû pejirandin û her 3 berguman hatibûn berdan.

Di 21'ê Mijdarê li Dadgha Cezayên Giran a Wanê de rûniştîn yekê pek hat û xwedîyê Umut Kitapevi Seferî Yilmaz, parêzerê wî û parêzerên alîyê din beşdar bûn.

“Bûyer li peş cavê gelê Şemzînan pek hatiye û dozger Ferhat Sarikaya çi bejê bila bêje, sûcêke eşkere heye û dive jinûve darizandin nehatiba qebûl kirin. Di doza Ergenekonê de derketîbû holê ku ev bûyer çawa kordîne kirine. Herwîha kêsen li ser sûc hatîne desteser kirin çawa de ji ve sûcî xilas bikin, plan kirine. Bi vê yekê ve giredayî, biryara dadgehe wek hevkarîya Erdogan û Ergenekonê nîşan dide. Ku hevkarî pêk tunebûya, ew çete nedihat berdan,” Yilmaz dibêje.

Hêjayî birxistinê ye ku, di Cotmeha 2005'an de li Şemzînan a Colemêrgê li hemberî Umut Kitapevi êrîşeke bombeyî pêk hatibû û Mehmet Zahîr Korkmaz miribû û Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bûbû.

Di dema êrîşê de gelê Şemzînanê serbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz di ser sûc de desteser kiribûn û li ser wan nasnameyên leşkerî û li nav maşîneyên wan çek û nexşe hatibûn dîtin.

Kaya û Îldenîz ji cendermeyên re hatibûn radest kirin, lê paşê hatibûn berdan. Piştî wê, gelê Şemzînanê û Geverê daketibû kolanan û di prostestoyên de Îslam Bartin, Ergîn Mengeç û Abdulhalîk Geylanî hatibûn kuştin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG