Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên NY: Reftara Talîbanê bi Jinan Re Dibe ku Sûcên Dijî Mirovahiyê be


Komek pisporên NY roja Înê got ku reftara Talîbanê bi jin û keçên Afganî re, wek dûrxistina wan ji park û werzîşxane û dibistan û zanîngehan, dibe ku bibe tawanek li dijî mirovahiyê.

Nirxandina biryarderê taybet ê NY bo Afganistanê Richard Bennett û neh pisporên din ên NY dibêje dibe ku danûstandina li dijî jin û keçan bibe "zordariya zayendî" li gorî Qanûna Romayê ya ku Afganîstan jî endameke wê ye.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Talîbanê Ebdulqehar Belxî di bersiva vê nirxandinê de got: “Cezakirina bi kom ya niha li dijî Afganiyên bêguneh ji aliyê rejîma cezayên NY ve, bi navê mafên jinan û wekheviyê, ew tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê ne.”

Pisporên Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de got ku girtina jinan li malên wan "wekî zindankirinê ye", û got dibe ku ev yek bibe sedema zêdebûna asta tundiya nav malê û pirsgirêkên tenduristiya derûnî. Pisporan behsa girtina çalakvana jin Zerîfa Yaqobî û 4 hevkarên wê yên mêr vê mehê kir. Pisporan got ku ew di girtîgehê de dimînin.

Talîbanê di Tebaxa 2021ê de hikûmeteke ku rojava piştgirîya wê dike rûxand. Talîban dibêje ew rêzê li mafên jinan digre li gorî şirovekirina wan ya qanûna Îslamî.

Hikûmetên rojavayî got ku pêwîst e Talîban şêwazê xwe yê derbarê mafên jinan biguhere, di nav de jî nîşanên ku ew ê dibistanên amadeyî yên keçan vekin, wek riyekê ji bo naskirina fermî ya hikûmeta Talîbanê.

Ji aliyekî din, berdevka ofîsa mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî bang li rayedarên Talîbanê kir ku tavilê bikaranîna qamçiyan li Afganîstanê rawestînin.

Ravina Shamdasani got ku ofîsê gelek bûyerên weha di vê mehê de belge kirine, di nav de jî jinek û zilamek 39 caran qamçî kirine ji ber ku li derveyî zewacê bi hev re dem derbas kirine.

Balxî got ku rêveberiya Talîbanê daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî û yên din ên rayedarên rojavayî weke "sivikayetiyek bi Îslamê û binpêkirina prensîbên navnetewî" dibîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG