Neteweyên Yekgirtî dê roja 13ê vê mehê li Cinêvê konferanseke navnetewî ya alîkariyan ji bo Afghanistanê li dar bixe, ji bo rêgirtina li tiştê ku sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres wek” nîşana karesateke mirovî” bi nav kir.
Guterres di twîteke xwe de got:
“Pêwîste civaka navnetewî bi hev re piştgiriya xelkê Afghanî bike.”
Wî konferansa ku dê hewl bide çarçoweya piştgiriya darayî ya hawarçûna mirovî berfereh bike, ragihand.
Guterres her wiha daxwaz kir ku alîkariyên mirovî bê bend bigihin xelkê Afghanistanê da ku xizmetên bingehîn werin dabînkirin.
Ajansên alîkariyê dibêjin gelek Afghanî, bi sedema hişksalîyê, di xwedîkirina malbatên xwe de rastî zehmetiyan dibûn û niha piştî Talîbanê Afghanistan kontrol kir, renge bi milyonan birçî bimînin.
Guterres got:
“Neteweyên Yekgirtî hevsoziya xwe bo xelkê Afghjanistanê nîşan dide û pêgir e bi alîkariya wan.”
Jêder: Reuters