Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Dê Nêzîk Zêdegaviyên Li Xinjiang Belav Bike


Nivîsgeha Neteweyên Yegirtî ya mafên mirovan xalên dawî yên nirxandina rewşa herêma Xinjiang ya Çînê datîne, cihê ku îdîaa hene endamên pêkhateya Uygur bi awayekî ne yasayî hatine girtin, li gor peyvdarekî ku roja Înê argihand.
Rupert Colville got nivîsgeha komisyonera bilind ya mafên mirov Michelle Bachelet hêvî dike ku raporta xwe di hefteyên bê de belav bike û ti pêşketinên berbiçav di axaftinên bi berpirsên Çînê re nebûn li dor serdaneke pêşniyarkirî.

Roja Înê dadgeheke ne fermî ya ku bingeha wê li Brîtanyayê ye got ku serokê Çînê Xi Jinping berpirsiyariya sereke hildigre li dor tiştên ku ew bi cînosayd, gunehkariyên dijî mirovahiyê û êşkencekirina pêkhateya Uygur û endamên kemîneyên din li herêma Xinjiang, bi nav dike.

Çînê tawanbariyên dadgehê red kirin. Dadgehê ti hêz û desthilata cezayan nîne.

Coville li Cinêvê ji Neteweyên Yekgirtî re got:

“Dadgeha Uygur gelek agahî nîşan dan ku gelekî cihê xeman in di derbarê serderiya li gel Uygur û kemîneyên din yên misilman li herêma Xinjiangê.”

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG